11 kes bûne qurbaniyên bûyereke çûnûhatinê ser rêya Heleb û Babê
Welat TV - Hewlêr
Bêtirî 10 kesan bûne qurbaniyên bûyereke hatinûçûnê li ser rêya Helebê - Babê.
Jêderên xwecihî dîmenên bûyerê belav kirin û dane zanîn ku derengiya şeva bûrî otombîleke rêwiyan û otombîlke ji cureya Jeep ser rêya di navbera bajarên Heleb û Babê de nêzîkî gundewrê Minbicê li hev xist.
Li gorî zaniyariyan di encama bûyerê de 5 kesan canên xwe ji dest dan û bêtirî 6 kesên din birîndar bûne û bo nexweşxaneya Babê hatine veguhestin.