Birniyê: Rêjeya hejariyê li Sûriyê digihe nêzîkî 90%

Birniyê: Rêjeya hejariyê li Sûriyê digihe nêzîkî 90%

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Darayî yê Sûrî Mihemed Yusir Birniyê ragihand ku rêjeya hejariyê li Sûriyê digihe nêzîkî 90%.

Birniyê zanîn ku rêjeya hejariyê li Sûriyê di navbera 70 – 90% ye û wan stratejîke nû bi hevkarî li gel aliyên hikûmî û rêxistinên Navdewletî ji bo kêmkirina rêjeya hejariyê daniye.

Birniyê got jî, rûbirûbûna hejariyê mercekî sereke ye ji bo handana weberhênê û bicîkirina geşepêdana abûrî.

Li Sûriyê rêjeya bêkariyê bilind e û kesên ku kar dikin, dahateke kêm li gorî têçûnan bi dest dixin.

Piştî nêzîkî 9 mehan ji hilweşîna Rêjîma Esed hîn bi hezaran malbatên Sûrî di kampên derbideriyê de mane ji ber nebûna karînên wan.