Zarokekî sûrî li Turkiyê bi kêran hat kuştin
Welat TV – Hewlêr
Li bajarê Borsayê li Turkiyê, 28ê Sibata 2024an, zarokekî penaber bi kêran hat kuştin.
Jêderên xwecihî dane zanîn: Zarokê sûrî yê 13 salî Ebdulah Elo, bi destê çend nûciwanên turk hat kuştin.
Li gorî perçe vîdyoyekê li ser torên civakî belav bûye piştî şerê bi destan, kêr tên bikaranîn û tê kuştin.
Ragihand turkî eşkere kirin ku 6 kes bi wê tawanê hatin girtin.
Li parêzgeha Efyon di 15ê Sibatê de Ehmed Mistefa Elelî, bi destê 3 welatiyên turk hat kuştin û 2 birayên wî birînar bûn.
Her dem û demekê kiryarên nijadperestî di dermafê sûriyan de têne encamdan, bi sedan bûne qurbaniya wan kiryaran.