Komîta Lêkolînan a Siwêdayê rexneyan li raporta Amnesty digire
Welat TV - Hewlêr
Komîta Lêkolînan derbarê bûyerên Siwêdayê ragihand, lêkolîn li gel hejmarek kesên berguman tên kirin, û raporta Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî behsa binpêkirinên hemû aliyan nekiriye.
Emar Izedîn Berdevkê Komîta Lêkolînan derbarê bûyerên Siwêdayê di daxuyaniyekê de got, piştî belavbûna hin vîdyoyên binpêkirinan ji Siwêda di navbera 14 û 17 Tîrmeha bûrî de, hejmarek kesên berguman hatine girtin, û lêkolîn li gel wan têne kirin.
Izedîn got jî encamderên binpîkirinan di bûyerên Siwêdayê de ji hemû aliyan dê werin sizadan.
Derbarê raporta lêbûrîna navdewletî ku behsa encamdana kuştina meydanî ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve dike, Izedîn got, raportê binpêkirinên aliyekî tenê diyar kirine û diviyabû binpêkirinên hemû aliyan diyar bike.
*Raporta Amnesty
Rêxistina Lêbûrînê ya Navdewletî Amnesty duh 2yê Êlûna 2025an raporteke belav kir tê de got: Hêzên hikûmî, kuştina meydanî di dermafê Durziyan de li Siwêdayê encam dane, û divê tawanbar û encamdar werin sizadan û dadgehkirin.