Wezareta Navxwe serkirdeyên ewlehiyê li Siwêda û Gundewarê Şamê guhertin

Wezareta Navxwe serkirdeyên ewlehiyê li Siwêda û Gundewarê Şamê guhertin
Wezareta Navxwe serkirdeyên ewlehiyê li Siwêda û Gundewarê Şamê guhertin

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Navxwe ya Sûriyê guhertin di serkirdayetiya Dezgeha Ewlehiya Navxwe de li Parêzgehên Siwêda û Gundewarê Şamê encam dan.

Li gorî Ajansa SANA a fermî, Wezareta Navxwe Husam El-Tehan li şûna Ehmed Dalatî weke serkirdeyê ewlahiya navxwe li Siwêda destnîşan kir.

Her weha Ehmed Dalatî weke serkirdeyê ewlehiya navxwe li Gundewarê Şamê hate dstnîşankirin.

Di 25 Gulana bûrî de, Wezareta Navxwe pêkhateya xwe ya nû ragihandibû, û Dalatî ji bo serkirdayetiya ewlehiya navxwe li Parêzgeha Siwêda hatibû destnîşankirin û El-Tehan ji bo Gundewarê Şamê.