Salvegera koçbarkirina henermend Ebdilqadir Silêman.. Jiyan û berhemên wî
Welat TV - Hewlêr
Îro 4ê Êlûna 2025an, 2 sal di ser koçbarkirina hunermendê Kurd ê navdar Ebdulqadir Silêman re derbas dibin.
Gelek keç û xortên Rojavayê kurdistanê li ber deng û saza Ebdilqadir Silêman dawetên xwe kirine û dîlan û govend gerandine.
*Jiyan û Berhem
Ebdulqadir Silêman di malbateke hunerî de li bajarê Qamişlo sala 1961ê ji dayik bûye. Di sala 1970 de dest bi hunerê kir, û sala 1975an rêyeke xwe ya cuda û taybet hilbijart.
Di dirêjahiya jiyana wî ya hunerî de ku digihêje nêzîkî 50 salî, erşîfeke mezin li pey xwe hiştiye, "bêtirî 100 kasêtî ji stranên dîlana kurmancî û şêxanî, herweha evînî û netewî" tomar kirine.
Di sala 2011an de penaberî Herêma kurdistanê bû.
*Koçbarkirin
Piştî demeke dirêj ji rûbirûbûna nexweşiyê, hunermend Ebidelqadir Silêman di 62 saliya xwe de, roja 4ê Êlûna 2023yan li nexweşxaneya Azadî li bajarê Duhokê koça dawî kir û li goristana Şaxikê ya heman bajarî bi xakê hate spartin.