Otombîlek li Helebê hate bombebarankirin

Otombîlek li Helebê hate bombebarankirin

Welat TV - Hewlêr

Dronekê otombîlek li Helebê bombebaran kir û Wezareta Tendirustiyê ragihand ku kesek hatiye kuştin.

Îşev 4ê Êlûna 2025an, droneke nenas otombîleke li ser rêya balafirxaneya Helebê ya Navdewletî bombebran kir, di encamê de otombîl bi temamî şewitî.

Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê da zanîn ku kesek di wê bombebaranê de hatiye kuştin.

*Nasname ne diyar in

Heta niha ne nasnameya wî kesî ne jî ya dronê hatiye diyarkirin, lê li gorî hin jêderan dron a Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye.