Serok Barzanî ji Parîsê: Îro rojeke pir giring û dîrokî ye

Serok Barzanî ji Parîsê: Îro rojeke pir giring û dîrokî ye
Serok Barzanî ji Parîsê: Îro rojeke pir giring û dîrokî ye

Welat TV - Hewlêr

Bi amadebûna Serok Barzanî li Parîsa paytexta Fransa merasîmên vekirina rêyekê bi navê "Pêşmerge" bi rê ve diçin.

Marasîmên vekirina "Rêya Pêşmerge"li parka Andre Citroen li Parîsê bi rê ve diçin.

*Serok Barzanî li gel şaredara Parîsê civiya

Beriya detpêkirina merasîman, Serok Barzanî û şaredara Parîsê Anne Hidalgo civiyan. Serok Barzanî got ku "îro rojeke pir giring û dîrokî ye û ev merasîm semboleke mezin û nîşana bihêzbûna pêwendiyan in".

Serok Barzanî diyar kir jî: "Binavkirina cihekî bi navê Pêşmerge belgeyeke mezin e ku Fransa giringiyê dide gelê Kurd".

Ji aliyê xwe ve jî şaredara Parîsê Anne Hidalgo got ku "pêşwazî li Serok Barzanî rojeke pir giring e bo me û Pêşmerge û Serok Barzanî ji bo azadiya hemûyan xebat kiriye".

Hidalgo tekez kir: "Roleke mezin a Serok Barzanî di dîroka xebata gelê Kurd de hebûye û em pir qerdarê pêşmergeyan in"

*"Rêya Pêşmerge"

Serok Barzanî ji bo beşdariyê di merasîmên vekirina Rêya Pêşmerge de, duh gihişe Parîsê. Nûnerê Herêma Kurdistanê bo Fransa Elî Dolemerî û Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw jî li gel Serok Barzanî ne.

Şaredariya Parîsê ragihand: "Niha êdî cihekî Pêşmerge li ser nexşeya Parîsê heye, û berê wê li dîmenên balkêş yên Çemê Sînê ye".

Her weha got: "Hêzên Pêşmerge sembola qurbanîdan û berxwedana gelê Kurd ji bo azadiyê û mafên rewa ne".