Dostanî û pêwendiyên Kurdistanê û Fransa ji salên 80yan ve
Welat TV - Hewlêr
Fransa ew welat e ku di dirêjahiya dîrokê de weke dostê Kurdan hatiye naskirin û bi berdewamî serkirdeyên Fransî seredana Herêma Kurdistanê kiriye.
Di tengahiyan de destê alîkariyê bo gelê Kurd dirêj kiriye, û bi taybetî di dema koçberiya milyonî de sala 1991ê, ku xatûn Danielle Mitterrand hevjîna François Mitterrand serokê pêştir yê Fransa seredana sînorên Herêma Kurdistanê kir û bi çavên xwe êş û azarên bi ser Kurdan de hatî dîtin.
*Piştgiriya Fransa bo gelê Kurd ji salên 80yan ve bi vî şêweyî bû:
►Sala 1983yan Enstîtuya Kurdî li Parîsê hate damezirandin û nivîskar û rewşenbîrên Kurd karîn bi rêya wê kultûr û ferhenga Kurdî bighînin cîhanê.
►Di dema enfal û cînosayda Kurdan de li ser destê Rêjîma Be’s, Fransa dergihê xwe li pêş gelê Kurd vekir û 1000 penaber wergirtin
►Piştî raperînê û di koçberiya melyonî ya Kurdan de, Fransa weke endameke herdemî di Encûmena Ewlehiyê ya Netewên Yekbûyî de, xwedî roleke sereke bo di derxistina biryara 688 û ragihandina devera dije firîn de.
►Sala 1992yan, xatûn Danielle Mitterrand beşdarî di yekem civîna Perlemana Kurdistanê de kir û di gotarekê de tekezî li ser piştgiriya xwe bo gelê Kurd kir.
►Sala 2008an, Kunsulxaneya Fransa li Hewlêrê hate vekirin û pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransa derbasî qonaxeke din bûn.
►Hezîrana 2010an, Serok Barzanî seredana Fransa kir û li gel Nicolas Sarkozy serokê Fransa yê wê demê civiya.
►Ji sala 2014an ta 2017an, Serok Barzanî û François Hollande 3 caran civiyan, 2 caran li Hewlêrê û carekê li Koşka Elysee.
►Di şerê DAIŞê de sala 2014an, Fransa alîkariyên leşkerî pêşkêşî Pêşmergeyan kir, ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê û serbaz şandin Hewlêrê û alîkariyên mirovî pêşkêş kirin.
►Piştî Refrandoma Êlûna 2017an, ji aliyê Iraq û welatên cîran ve fişareke zor li ser Herêma Kurdistanê durist bû, û dergih û esmanên Herêma Kurdistanê hatin girtin.
Nêçîrvan Barzanî ku wê demê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû seredana Fransa kir û dorpêça siyasî û abûrî şikand, û rola Fransa ya karîger hebû.
►Sala 2020, Jan-Yves Le Drian wezîrê derve yê Fransa hate Kurdistanê û li gel Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiya.
►Sala 2021, Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, bi germî pêşwazî li serokê Fransa Emmanuel Macron kir.
►Sibata 2023yan, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî seredana Fransa kir û li gel Macron civiya.
►Nîsana 2025an, serokê Herêma Kurdistanê seredana Fransa kir û li gel Macron civiya.
Her li Nîsana îsal, Jan Noel Barrot wezîrê derve yê Fransa seredana Hewlêrê kir û li gel Serok Barzanî û berpirsên pilebilind ên Kurdistanê civiya.
Barrot tekezî li ser piştgirya welatê xwe ji gel û Hikûmeta Kurdistanê re kir.