Parîs.. Serok Barzanî û Barrot tekeziyê li ser pêşxistina peywendiyên dualî dikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û Wezîrê Derve yê Fransa li Parîsê civiyan û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî hate kirin
Îro piştî merasîmên vekirina rêya Pêşmerge li Parîsê, Serok Barzanî û Jean-Noël Barrot civiyan.
Baregeha Barzanî ragihand ku, herdu aliyan ronahî xist ser peywendiyên dîrokî û dostaniya di navbera gelê Kurdistanê û Fransayê de û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên dualî hate kirin.
Her weha civîn li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û giringiya pabendiyê bi destûrê û serdana çavrêkirî ya serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Iraq û Herêma Kurdistanê îsal, rawestiya.
Gefên terorî û giringiya hemahengî û hevkariyê di navbera hemû aliyan de ji bo rûbirûbûna terorê beşekî din ê civînê bû.
Wezîrê Derve yê Fransa tekezî li ser piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê kir.
Her weha bixwîne: Dostanî û pêwendiyên Kurdistanê û Fransa ji salên 80yan ve