Tora Sûrî: 78 sivîl di meha Sibatê de li Sûriyê hatin kuştin

Tora Sûrî: 78 sivîl di meha Sibatê de li Sûriyê hatin kuştin

Welat TV - Hewlêr

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan îro di raportekê de ragihand, 78 sivîl di nav wan de 7 zarok hene di meha Sibatê de li Sûriyê hatine kuştin.

Li gorî raportê, 8 sivîl di nav wan de jinek heye li ser destên Rêjîma Sûrî hatine kuştin, 3 sivîl jî li ser destê komên çekdar ên Opozisyona Sûrî hatine kuştin.

Her weha 7 sivîl di nav wan de 2 zarok hene li ser destên ”Bereye Tehrîr Elşam” û HSDê hatine kuştin serbarî kuştina 59 sivîlan di nav wan de 4 zarok û 3 jinan hene li ser destên aliyên din.

Tora Sûrî kuştina 9 kesan di bin êşkenceyê de li ser destên aliyên şer li Sûriyê belge kiriye, jê 5 li ser destên Rêjîmê, 1 li ser destên ”Bereye Tehrîr Elşam”, 2 li ser destê komên çekdar ên Opozisyona Sûrî û zarokek li ser destên HSDê.

Raportê da zanîn, 27 sivîlan di nav wan de 7 zarok û 2 jinan hene di encama teqîna paşmayên şer de li seranserê Sûriyê ji destpêka 2024an ve canên xwe ji dest dane.

Tora Sûrî daxwaz ji Encûmena Ewlehî ya Navdewletî kir, bi rêkarên zêdetir rabe piştî derketina biryara 2254, tekezî li ser pêwîstiya şandina dosyaya Sûrî bo Dadgeha Tawanan ya Navdewletî û sizakirina hemû aliyên ku tawanên dijî mirovatiyê û yên cengî encam dane, kir.