Komelgeheke din a Erebên Hawirde li Efrînê vala dibe "Sêyek maye"

Komelgeheke din a Erebên Hawirde li Efrînê vala dibe

Welat TV - Hewlêr

li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, komelgeheke din a niştecîbûnê vala dibe û ji sedî tenê sêyek maye, û piraniya malbatên Erebên hawirde yên ku lê hatibûn niştecîkirin jê derketine û berê xwe daye parêzgeh û bajarên xwe.

Li gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê, komelgeheke niştecîbûnê piştî sala 2018an, hatibû avakirin, piştî ketina Esed û guhertinên ku li Sûriyê rû dane, bi dehan malbatan jê derketin û berê xwe da bajarê û gundên xwe.

*150 mal in

Hejmara malan 150 mal in, tenê 50 malbat tê de mane û piraniya nişteciyên wê komelgehê ji şêniyên parêzgeh û bajarên Rojhilatê Sûriyê bûn.

Li gorî jêderên fermî, bi dehê hezaran ji malabtên Erebên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê derketine, di heman demê bi dehê hezaran ji malbatên Kurdan vegeriyan ser cî û warên xwe.

*Her weha bixwîne:

Du komelgehên niştecîkirinê li Efrînê ji Erebên hawirde vala bûne

Efrîn.. Komelgeheke niştecîbûnê ya Erebên hawirde li navçeya Şiyê vala bûye

Efrîn.. Komelgehên niştecîbûnê yên ku ji Ereban re hatibûn avakirin vala dibin