Alîkariyên mirovî mijar bû.. El-Şeybanî û Berpirsê Navenda Şah Selman civiyan
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Derve yê Sûrî û Es´ed El-Şeybanî û Berpirsê Navenda Şah Selman a Hawrçûn û Karên Mirovî ya Siûdiyê Ebdulah Ebdulezîz El-Rebî´a li Şamê civiyan.
Di civînê de, Wezîrê Hawarçûn û Karesatan Raid El-Salih beşdar bû û behsa bihêzkirina hevkariya mirovî di navbera herdu Welatan de hate kirin.
Wezareta Derve ya Sûrî da zanîn: Bi dehan projeyên ku dê di kartên tendirustî, xwendin, niştecîbûnê û ewlehiya xwarinê de werin encamdan, hatin nemayîşkirin.
Ev civîn tê, piştî ku Ebdulah Ebdulezîz El-Rebî´ îro li gel hin alîkarî ji Siûdiyê gihişt Şamê.