Ciwanekî Kurd li Helebê hat girtin
Welat TV - Hewlêr
Ciwanekî Kurd li bajarê Helebê ji beriya zêdetirî hefteyekê ve hatiye girtin, heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Îro 8ê ÊLûna 2025an, Mihemed Xelîl yek ji malbatê ye û pismamê wî ye, ji Welat TV re got: Asayîşa Rêveberiya Xweser li taxa Şêx Meqsûd a Helebê Wail Ebdîn Xelîl girt û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
*"Ji 1ê mehê ve girtî ye"
Jêderê da zanîn ku, Wail bi serdan ji Herêma Kurdistanê çûye Efrînê û ji Efrînê serdana Helebê kiribû, lê ji 1 Êlûnê ve li Helebê hatiye girtin.
*"Sedem ne diyar in"
Xelîl da zanîn ku heta niha sedemên girtinê û çarenivîsa wî nizanin, û bang li hemû aliyan dikin ku kar li ser serbestberdan wî bikin.
*"Endamê PDK-Sê ye"
Wail Ebdîn Xelîl ji şêniyên gundê Berbenê yê navçeya Raco ya Efrînê ye, û endamê Komîta Şaxî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê ye, ji 13 salan ve li Herêma Kurdistanê dijî û bi serdan çûye Rojavayê Kurdistanê.