Serok Barzanî: Em piştevaniya yekrêziya Kurdan li Sûriyê dikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de li gel kenala Frans24 duh 8ê Êlûna 2025an, behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê kir got, metirsiyeke mezin ji rûdan şerekî Kurdî-Erebî heye.
*Yekrêziya Kurdan
Serok Barzanî tekez kir, me piştevaniya yekrêziya Kurdan li Sûriyê kiriye, her weha me piştevaniya rêkeftina Mezlûm Ebdî-El-Şeri’ jî kir, lê ta niha rêkeftin nehatiye bicîkirin.
*Berçavgirtina pirengiya Sûriyê
Serok Barzanî da zanîn, ji ber nebûna çareseriyên dirust ji pirsgirêkan re, metirsiyeke mezin ji rûdana şerekî Kurdî-Erebî li Sûriyê heye, divê desthilata nû li Sûriyê pirengiya Sûriyê berçav werbigere û mafê her pêkhateyeke Sûriyê were parastin. Serok Barzanî her weha got jî, divê çareserî li Sûriyê dûr ji şer werin dîtin.
*Kurd li Sûriyê gefan li ser Turkiyê çênakin
Derbarê helwesta Turkiyê, Serok Barzanî diyar kir, pêwendiyên berdewam bi Turkiyê re derbarê Sûriyê hene. Turkiyê alîgira çareseriya aştiyane ye, li Sûriyê û berpirsên Turkiyê dixwazin çareserî werin dîtin her weha çarenivîsa Kurdan li Sûriyê were destnîşankirin.
Serok Barzanî her weha tekez kir, Kurd li Sûriyê gefan li ser Turkiyê çênakin û li dijî bercewendiyên wê kar nakin.