Jêderek Israîlî: Tiştê ku El-Şeri´ bi danûstandinan tênegihe em ê wî bi hêzê têbighînin

Jêderek Israîlî: Tiştê ku El-Şeri´ bi danûstandinan tênegihe em ê wî bi hêzê têbighînin

Welat TV - Hewlêr

Jêdereke ewlehî ya Israîlê da zanîn ku hêzên wan embarên mûşek û alavên berevaniya esmanî li Himsê bombebaran kirine û çekên di wan embaran de li Turkiyê hatibûn çêkirin.

Jêdera Israîlî ev yek ji Kenala Erebiyê re ragihand û diyar kir ku ew li ser avakirina devereke bêçek li başûrê Sûriyê rijd in.

Wê jêderê got ku ew hewl didin bi hemû pêkhateyên başûrê Sûriyê re li ser pêşerojeke bê tundûtûjî li hev bikin lê dema ku pêwîst be ew ê hêzê bikar bînin.

Jêdera ewlehî got jî: ”Tişê ku rêveberiya Ehmed El-Şeri´ bi danûstandinan tênegihe ew ê wê bi hêzê têbighînin”.

Li gorî jêderê, Turkiyê dixwaze Israîlê derbasî rûbirûbûneke leşkerî bike û eger heye ew karekî leşkerî yê berfireh li Sûriyê encam bidin.