Wezareta Derve ya Sûriyê êrîşên Israîlê şermezar dike

Wezareta Derve ya Sûriyê êrîşên Israîlê şermezar dike

Welat TV - Hewlêr

Derengiya şeva bûrî, Israîl hejmareke cihên leşkerî li Sûriyê armanc armanc kirin. Li gorî ajansa fermî ya Sûriyê balafirên şer ên Israîlê hejmareke cih li herdu parêzgehên Hims û Laziqiyê kirine armanc.

Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan jî eşkere kir, balafirên Israîlê ketîbeya hêzên esmanî li Başûrê Rojhilatê Himsê bombebaran kir, her weha Artêşa Israîlê du caran êrîşî bingeheke leşkerî li devera Siqobîn li Laziqiyê kir.

*Sûriyê şermezar dike

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de êrîşên Israîlê şermezar kirin û ragihand, êrîşên ku hatine kirin yasaya navdewletî û Neteweyên Yekgirtî binpê dikin.

Wezaretê da zanîn, ev êrîş ji bo ewlehiya Sûriyê gef in û ew hewlên binpêkirina serwerî û ewlehiya xwe ya niştîmanî red dikin. Wezareta Derve daxwaz ji Encûmena Ewlehiya Navdewletî kir bi berpirsyaretiay xwe ya yasayî û rewiştî rabe û sînorekî ji van êrîşan re deyne.

*Civîna dualî

Êrîşên Israîlê di demekê de ne, biryar e di demeke nêzîk de Wezîrê Derve yê Sûriyê û Wezîrê karûbarê Steratejîk ê Israîlê bicivin û rewşa ewlehiyê gotûbêj bikin.