Serok Barzanî û şandeke Îmaratî tekeziyê li ser bihêzkirina peywendiyên dualî dikin
Welat TV - Hewlêr
Serok Mesûd Barzanî û şandeke Îmaratî bi serokatiya Wezîrê Dewletê û şandiyê taybet ê Îmaratê ji bo karûbarên abûrî li Herêma Kurdistanê Seîd Mubarek El-Hacerî civiyan.
Baregeha Barzanî got: Şanda mêvan tekezî li ser dostanî û bihêzkirina peywendiyên dualî kir her weha silavên hakimê Îmarat û serkirdeyên wî welatî gihandin serok Barzanî.
*Peywendiyên abûrî
Şandê, spasiya Herêma Kurdistanê, li ser bihêzkirina peywendiyên abûrî û warên din di dema niha û pêşerojê de kir.
*Serok Barzanî spasiya Îmaratê dike
Serok Barzanî spasiya Hikûmet, xelk û serkirdayetiya Îmaratê li ser piştevaniya Herêma Kurdistanê kir ku her dem di rêya rêxistinên mirovî re alîkarî pêşkêş kirine, bi taybet dema hatine bi sedanhezar ji derbideran bo Herêma Kurdistanê. Her weha pêşwazî li bihêzkirina dostane û peywendiyên dualî kir.
*Rewşa deverê
Baregeha Barzanî da zanîn ku di civînê de, rewşa deverê bi giştî hat gotûbêjkirin.