2 sal di ser koçbarkirina Beytocan re derbas dibin.. Jiyan û berhemên wî
Welat TV - Hewlêr
Îro 12ê Êlûnê, 2 sal di ser koçbarkirina hunermendê Kurd ê Navdar Beytocan re derbas dibin.
Beytocan yek ji wan hunermendan e ku cihekî xwe yê taybet çêkiriye û kedek mezin ji bo muzîk û hunera Kurdî pêşkêş kiriye.
*Jiyan û Berhem
Di sala 1955an li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê li Bakurê Kurdistanê Beytocan ji dayik bûye.
Sala 1980yî hate girtin û cezaya 15 sal zîndankirin li ser hate sepandin, lê di sala 1987an de hate serbestberdan.
Hunermend Beytocan xwediyê gelek berhemên xweş û bûha ye. Yekemîn alboma xwe sala 1990î derxist, û 4 albomên wî hene.
Di sala 1991ê de koçberî Ewropa bû û li Siwêdê niştecî bû.
*Koçbarkirin
Di 12ê Êlûna sala 2023an û di temenê 68 saliyê de piştî demeke dirêj ji rûbirûbûna nexweşiya Penceşêrê, hunermendê Kurd Beytocan li Stkholmê koça dawî kir.