Du Kurdên Efrînê hatin serbestberdan

Du Kurdên Efrînê hatin serbestberdan

Welat TV - Hewlêr

Piştî sal û nîvekê ji girtinê, du Kurdên Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji zîndanê hatin serbestberdan.

Mihemed Mustefa Hembaşo yê 60 salî û Cefer Ibrahîm Yetîm ê 55 salî, ji şêniyên navçeyê Mabeta ya Efrîna ne, duh 13 Êlûnê hatin serbestberdan û gihiştin malên xwe.

Jêderên Welat TV got, Ji 2yê Berçileya 2024an ve ji aliyê "Hêza Hevbeş" ku ji "Emşat û Hemzat" pêk tê li devera Şehba, hatibûn girtin, û di zîndan Cerablus a gundewarê Helebê de bûn.

*400 girtî

Di dawîn daxuyaniya xwe de, serokê xwecihiya ENKS li Efrînê, Ehmed Hesen ji Welat TV re gotibû, ku heta niha 350-400 girtiyên Kurd di zîndanên çekdarên artêşa niştîmanî de ne, û tenê zîndanên Efrînê nehatine spîkirin.