Endamên Yaneya Cîhad a werzişî rastî êrîşê hatin.. Serokê wê hûrgiliyan diyar dike  

Endamên Yaneya Cîhad a werzişî rastî êrîşê hatin.. Serokê wê hûrgiliyan diyar dike  

Welat TV - Hewlêr 

Duh 13ê Êlûna 2025an, çekdarên nenas êrîşî rêveberiya Yaneya Cîhad a werzişî li ser rêya Hims - Şamê kir, otombîl û pereyên wan dizîn.

Li gorî jêderan, çekdaran otombîla serokê yaneyê Dr. Rêber Misewer desteser kir, mobayl û pareyên bi wan re dizîn.

*Hûrgilî

Serokê Yaneyê Dr. Rêber Misewer di daxuyaniyekê de ji Welat TV re behsa hûrgiliyên bûyerê kir û got, êrîşker ketin pêşiya otombîla me û bi tundî serederî kir û em birin çolekê, çek kirin serê me, otombîl, mobayl û pareyên me dizîn.

*"Cilên leşkerî li wan bûn"

Misewer da xuyakirin ku cilên leşkerî li wan bûn, û xwe weke hêzên ewlehiyê didan naskirin.

Navbûrî diyar kir ku, 2000 dolar, 3 milyon Lîreyên Sûrî, nasname û belgeyên me li gel otombîla me dizîn.

*"Guh nedan me"

Dr. Rêber Misewer rexne li hêzên Ewlehiya Giştî kir û got, em çûn gelek navendan me gilî pêşkêş kir, lê bê sûd bû, û kiryarên weha aramî û seqamgîriya sivîlan têk didin.

Dr. Rêber Misewer da zanîn, ez û 2 kadirên yaneyê ji Qamişlo, ji bo karûbarên werzişî û tendirustî, me berê xwe dabû Şamê.