Hêzên Turkiyê ji navenda bajarê Efrînê vedikişin

Welat TV - Hewlêr

Duh 14ê ÊLûna 2025an, hêzên Turkiyê avahî û baregehên xwe li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê radestî Hikûmeta Şamê kir.

Jêderek taybet ji Welat TV re da zanîn ku Turkiyê hemû avahiyên xwe li bajarê Efrînê radestî hikûmetê kir û hemû saziyên Hikûmeta Sûriyê dê vegerin Efrînê.

*Rêyên girtî vedibin

Îro, Bi serpereştiya rêveberiya devera Efrînê, hilmeta vekirina rêyan li hin taxên bajêr dest pê kir, ku ji sala 2018an ve girtî bûn.

Di wê hilmetê de, paşamyên rêbendan, konkirît û paşmayên xanî û baregehên hilweşiyayê hatin rakirin.

*Baregehên Turkiyê li 5 gundan in

Li gorî jêderan, heta niha hêzên Turkiyê di 5 gundan de mane û şêniyên wan gundan nikarin vegerin gundên xwe, wek gundê Basilê û Cilbirê li navçeya Şêrawa, gundê Çiyê û Dêrwîş li navçeya Raco û gundê Şêxorzê li navçeya Bilbilê.