El-Şeri´ bi serokên welatên Erebî û Islamî re li Qeterê dicive

El-Şeri´ bi serokên welatên Erebî û Islamî re li Qeterê dicive

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehemd El-Şeri´ li Qeterê bi serokên hejmarek welatên Erebî û Islamî re civiya.

El-Şeri´ îro li Dohayê li gel her yek ji serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan, Serokê Libnanê Cozêv Ewn, yê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî, her weha li gel Mihemed Bin Selman Al Sanî, Şahzadê Cihnişîn ê Siûdiyê re civiya.

Ehmed El-Şeri´ ev civîn di çarçoveya beşdariyê di lûtkeya Erebî – Islamî ya awarte de li Dohayê encam dan.

Lûtkeya Erebî – Islamî ji bo gengeşekirina êrîşa Israîlê li ser Qeterê hate lidarxistin. di dawînameya xwe de, êrîşên Israîlê li ser Qeterê bi tundî şermezar kirin.

Lûtkeya Erebî-Islamî derbarê êrîşa Israîlê li ser Qeterê bi amadebûna hejmareke serok, şah û berpirsên pilebilind ên welatên Erebî û Islamî bi rê ve çû.