Çavdêr: Turkiyê ji bajarê Efrînê vekişiyaye lê li gundan maye
Welat TV – Hewlêr
Mafnasê Kurd Ednan Mustefa da zanîn ku hêzên Turkiyê ji navenda bajarê Efrînê derketine, lê hîn di gundan de mane.
Mustefa di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de da zanîn ku, Turkiyê, hêzên xwe vekişandine û kamîreyên çavdêriyê ji taxên bajarê Efrînê rakirin, lê berê wan li balafirxaneya Minixê li gundewarê Helebê ye.
*Baregehên Turkiyê li 5 gundan in
Ednan Mustefa diyar kir, ku heta niha hêzên Turkiyê ji baregehên xwe li her yek ji gundên, Basilê, Cilbirê, Çiyê, Dêrwîş û Şêxorzê mane, û şêniyên wan gundan nikarin vegerin gundên xwe ji ber ku qedexekirî ne.
*Rewşa Efrînê
Li ser rewşa Efrînê da zanîn, rewş ji berê gelekî baştir bûye, ji ber ku rêjeya Kurdan zêde bûye, û Erebên hawirde rojane jê derdikevin û berê xwe didin bajarên xwe, lê li hin gundan hîn çekdarên Hemzat, Emşat û Şerqiyê mane û li jêr navê Ewlehiya Giştî binpêkirinan dikin û bacan disepînin.
Ji aliyê xwe ve, çalakvanê siyasî Ebdulrehman Koraco da zanîn ku, hêzên Turkiyê ji navçeya Mabeta û bajarê Efrînê vekişiyane, lê li gelek gundan mane.
*Rewşa koçberkiriyên Efrînê
Koraco behsa rewş koçberkiriyên Efrînê li deverên Tebqa, Reqa û bajarên din ên Cizîrê kir û got, di rewşeke zehmet de dijîn, ne av, ne elektirîk, ne xizmetguzarî û ne alîkarî ji wan re tên pêşkêşkirin.
"Çareserî di vegerê de ye"
Koraco diyar kir ku, çareserî di vegerê de ye, û divê her malbatek vegere ser cî û warê xwe, da ku guhertina demografî çênebe.