Malpera Axios: Israîl deverke bêçek û dijefirîn ta gundewarê Şamê dixwaze

Malpera Axios: Israîl deverke bêçek û dijefirîn ta gundewarê Şamê dixwaze

Welat TV - Hewlêr 

Malpera "Axios" ragihand ku Israîl pêşniyara rêkeftineke ewlehiyê ya nû pêşkêşî Sûriyê kiriye.

Malpera "Axios" a Emerîkî eşker kir ku, ew rêkeftin avakirina devereke bêçek û dijefirîn li rûberekî fireh, ji Başûrê Rojavayê Şamê ta sînorê li gel Israîlê li xwe digire.

Malperê da zanîn jî ku armanca pêşniyarê, guhertina rêkeftina sala 1974an e, û pêşniyar, xwe dispêre nimûneya rêkeftina aştiyê ya li gel Misrê sala 1979an.

Her weha, di pêşniyarê de hatiye ku devera bêçek ji aliyê Sûriyê ve bi 2 kîlometran were berfirehkirin, li gel qedexekirina hebûna leşkerî û çekên giran, û bi tenê polîs û hêzên ewlehiya navxwe hebin.

Malperê diyar kir, li hember vê yekê Israîl vekişana hêdî hêdî ji deverên ku di mehên dawiyê de derbasî wan bûye pêşniyar dike, û dixwaze hebûna cihê wê yê stratecîk li lûtkeya Çiyayê Şêx parastî be.