Têçûnên tomarkirinê di zanîngehên Sûriyê de hatin yekirin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê biryara yekirina têçûnên tomarkirinê di zanîngehan de derxist.
Xwendina Bilind di daxuyaniyekê de diyar kir ku têçûnên tomarkirinê di zanîngehên Sûriyê de bo xwendevanên Sûrî yên ku bawernameya navendî li hindir Sûriyê yan jî dervî wê wergirtine, têne yekirin.
Li gorî Wezaretê, ev gav ji bo vegerandina xwendevanên Sûriyê li her derê ye:
"Nameyeke ku vegera xwendevanên Sûrî yên ji derve cihê pêşwaziyê ye, da ku bibin beşekî çalak di avakirina pêşeroja Sûriyê".