Serok Mesûd Barzanî tekeziyê li ser hemahengî û hevpariyê dike

Serok Mesûd Barzanî tekeziyê li ser hemahengî û hevpariyê dike

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û şandeke Hevpeymaniya Hesim û Hevpeymaniya Neynewa civiyan.

Baregeha Barzanî ragihand: Îro 18ê Êlûna 2025an, serok Mesûd Barzanî li Pîrmam pêşwazî li şandeke "Hevpeymaniya Hesim" û "Hevpeymaniya Neynewa Ji Bo Xelkê Wê Ye", bi serokatiya Sabit El-Ebasî kir.

Di civînê de, rewşa siyasî li Iraqê, û hilbijartinên encûmena nûneran a Iraqî hatin gotûbîjkirin.

Baregeha Barzanî diyar kir ku di civînê de, tekezî li ser hemahengî û hevpariyê di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên siyasî hat kirin.