Pederson dest ji kar kişand
Welat TV - Hewlêr
Şandiyê Taybet ê Netewên Yegirtî bo Sûriyê Geir Pederson îro 18ê Êlûna 2025an, gotarek di civîna Encûmena Ewlehî de pêşkêş kir û pişt re dest ji karê xwe kişand.
Pededrson di gotara xwe de diyar kir ku ew proseya birêveçûna peywendiyên Hikûmeta Veguhêz û HSDê bi erênî dinerixîne û got: Gavên cidî û viyanake rasteqîne ji bo gehiştina lihevkirinê pêwîst in.
Her weha Pederson diyar kir, ew ketiye di baweriyeke bihêz de ku dadweriya veguhêz ji bo proseya veguhêz li Sûriyê gelekî pêwîst e û divê kar li ser were kirin û piştevaniya Sûriyê were kirin.
*7 sal in şandiyê UN ye
Geir Pederson dîplomatkarekî Nerwicî ye 69 salî ye ji sala 2018an ve weke Şandiyê Taybet ê Netewên Yegirtî bo Sûriyê hatibû destnîşankirin.
*Bicîkirina biryara 2254
Erkê wî ew bû biryara 2254 a Netewên Yegirtî ya taybet bi Sûriyê bi cî bike, û çareseriyeke siyasî di navbera Rêjma Esed a hilweşiyayî û oposizyona Sûriyê de bi cî bike.