Emerîka ji kuştina sivîlan li Siwêdayê dilgiran e

Emerîka ji kuştina sivîlan li Siwêdayê dilgiran e

Welat TV - Hewlêr

Emerîka derbarê kuştina xwepêşanderan li parêzgeha Siwêdayê helwêsta xwe nîşan da û daxuyaniyek belav kir.

Balyozxaneya Emerîkayê li Sûriyê li ser tora civakî (X) velav kir: Bikaranîna rêjîma Sûriyê ji tundûtûjiyê re li dijî xwepêşandanên aştiyane em digiran in.

Got jî: Bo qurbaniyên sivîl ku jiyana xwe ji dest dane em mixabiniya xwe didin diyarkirin, û sersaxiyê ji hemû qurbaniyan û malbatên wan re dixwazin.

Amaje pê kir: Tevaya sûriyan li Siwêdayê û li her cihî hjayî aştî, rûmetî, ewlehî û dadperweriyê ne.

Yekem welatî di xwepêşandanên li dijî Rêjîma Sûriyê li parêzgeha Siwêdayê di 28ê Sibata 2024an hat kuştin.

Rûpela Siwêda 24 ragihand: Cewad Barokî 52 salî bi guleyên rêjîma Sûriyê hat kuştin.

Welatî li ser daxwazên xwe di guhertina siyasî de rijd in bi sedan welatî li Hola 7ê Nîsanê li navenda bajarê Siwêdayê kom bûn û banga hilweşandina rêjîmê û bicîkirina bieyarên navdewletî yên taybet bi Sûriyê kir.

Di xwepêşandanê de, welatiyan siloganên dijî rêjîma Sûriyê bilind kirin, hêzên ewlehî gule berdan û xwepêşanderekî jiyana xwe ji dest da.

Di Tebaxa sala borî de, xwepêşandan ji ber xerabûna rewşa aborî li Siwêdayê bi rê ve çûn, pişt re asta daxwazan bilind bû û welatiyan banga rûxandina rêjîmê, bicîkirina biryara 2254 a Netewên Yekgirtî û serbesberdana girtiyan kir.