Yekîtiya Ewropa: Em banga gerentîkirina veguhestina giştgir li Sûriyê dikin

Yekîtiya Ewropa: Em banga gerentîkirina veguhestina giştgir li Sûriyê dikin
Yekîtiya Ewropa: Em banga gerentîkirina veguhestina giştgir li Sûriyê dikin

Welat TV - Hewlêr

Yekîtiya Ewropayê pêşwaziyê li nexşerêya çareserkirina kirîza Siwêdayê dike û bang li Hikûmeta Sûriyê dike ku veguhestina giştgir were gerentîkirin.

Yekîtiya Ewropayê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya fermî got ku ew pêşwaziyê li nexşerêya ku ji aliyê Sûriyê, Urdin û Emerîka ve hatî ragihandin ji bo çareserkirina kirîza parêzgeha Siwêdayê, dikin.

Got jî: "Em han didin ku rêkeftin bilez were bicîkirin û diyalog di navbera tevaya aliyan de berdewam be ji bo dîtina çareseriyeke hetahetayî ku tevaya Sûriyan bê cudahî biparêze. Her weha ewlehiya Sûriyê, serxwebûn û serweriya wê jî biparêze".

Yekîtiya Ewropayê tekez kir jî ku careke din ew "bang li desthilatdariya veguhêz dikin ku veguhestina siyasî ya giştgir li gorî xwestekên tevaya Sûriyan were gerentîkirin".

►Her weha bixwîne.. Siwêda daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê red dike "Serxwebûnê dixwazin"