36 sal di ser koçbarkirina Cemîl Horo re derbas dibin.. Jiyan û Berhemên wî
Welat TV - Hewlêr
Îro 19ê Êlûnê, 36 sal di ser koçbarkirina hunermendê Kurd ê Navdar Cemîl Horo re derbas dibin.
Cemîl Horo stûnek ji stûnên hunera Çiyayê Kurmênc e û li ser asta herçar parçeyên Kurdistanê binavûdeng e.
*Kurte jiyan û Berhem
Cemîl Reşîd Horo sala 1934an li gundê Serîncekê yê ser bi navçeya Bilbilê ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê ve ji dayik bûye.
Destpêka jiyana wî ya hunerî bi beşdarbûna li aheng û bûneyan dest pê kir, û di sala 1965an de yekem kasêta xwe tomar kir, û gelek stran tê de gotin, wek: "Memê Alan, Eyşa Îbê, Cebelî, Lo Bavo û Xemê Zalim".
Gelek stranên netewî gotin û bi taybet li ser serok û serkirdeyên Şoreşa Kurdî, mîna "Barzaniyê nemir, Şêx Se'îd, Leyla Qasim û Pêşmergeyan".
Cemîl Horo yek ji endamên Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya bû û di nav partî de karê xwe yê siyasî berdewam dikir, û ji ber wê yekê gelek caran rastî girtin û lêdanê hat.
*Koçbarkirin
Di 19ê Êlûna 1989an de li nexweşxaneya Ibin Ruşd li Helebê koça dawî kir û di 20ê Êlûnê de li mezarê Henan li Efrînê li cem xebatkar Nûrî Dêrsimî bi xakê hat spartin.