Hêzên Israîlê kesek li Quneyterayê girt
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Israîlê derbasî gundewarê Quneyterayê bûn û kesek girt.
Jêderên xwecihî da zanîn ku hêzên Israîlê derbasî gundê Kodene li Quneyterayê bûn û şivanekî pez girt.
Li Der´ayê yê rojavayî jî, hêzeke Israîlê ku ji 7 otombîlên leşkerî pêk dihat derbasî gundê Abdîn bû û gihişt nêzîkî gundê Koya pişt re vekişiya.
Li gundewarê Der´ayê yê rojhilatî jî, duh hejmarek helîkopterên Israîlê li esmanê hejmarek bajarok de hatin dîtin.
Her weha bixwîne: Israîl derbasî 4 gundên Başûrê Sûriyê dibe