Iraq kuştina berpirsekî DAIŞê di êrîşeke esmanî de li Sûriyê radigihîne
Welat TV - Hewlêr
Dezgeha Dijeterora Iraqê kuştina serkirdeyekî rêxistina DAIŞê ya terorîst di operasyonekê de li Sûriyê ragihand.
Li gorî daxuyaniyekê ji Dijeterora Iraqê, îro 19ê Êlûnê, bi hemanhingî li gel Hevpeymaniya Navdewletî operasyonek li Sûriyê hate encamdan.
Di wê operasyonê de "Umer Ebdulqadir Besam" ku yek ji serekirdeyên navdar ên rêxistina DAIŞê ya terorîst e, hate kuştin.
Dijeterora Iraqê got jî ku "Besam berpirs e di ber danîna gelek pilanan de, û destê wî di teqîna balyozxaneya Îranê li Libnanê de heye, herweha hewlên encamdana gelek kiryarên terorî li Ewropa û Emerîkayê dane".
Her di vê derbarê de, jêderên xwecihî dabû zanîn ku di operasyona daketineke esmanî ya Hevpeymaniya Navdewletî de li gundê Circîsê yê gundewarê Hemayê, 2 kes hatine kuştin".