Efrîn.. Masîgirekî Kurd li çemê ava Reş binav bû û jiyana xwe ji dest

Efrîn.. Masîgirekî Kurd li çemê ava Reş binav bû û jiyana xwe ji dest

Welat TV - Hewlêr

Masîgirekî Kurd li çemê ava Reş li navçeya Raco ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, binav bû û jiyana xwe ji dest da.

Jêderekê ji malbatê da zanîn, ku duh 19ê Êlûna 2025an, ciwanê bi navê Elî Zeîm Hesîko, dema ku masî digirtin li çemê ava Reş li gundê Sûrkê jiyana xwe ji dest da.

Elî Zeîm Hesîko 38 salî bû ji gundê Celemê ye û bavê 4 zarokan e.

Tevî daketina asta ava çem û bendavan, li seranserî Efrînê, lê ji ber kûrbûna ava Meydankê û çemê Reş, welatî binav dibin û dibin qurbanî û jiyana xwe ji dest didin, Berevaniya Sivîl jî her dem hişyariyê ji avjeniyê li wan cihan dide.