Di Sibatê de.. 53 çekdarên milîsên ser bi Îranê ve li Sûriyê hatin kuştin
Welat TV - Hewlêr
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan kuştina 53 çekdarên milîsên ser bi Îranê ve di meha Sibatê de li Sûriyê belge kirin.
Rewangehê îro di raportekê de ragihand, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi fermandariya, 6 caran cih û baregeh û alavên milîsên ser bi Îranê ve li Dêra Zorê armanc kirin, jê 4 êrîşên emanî bûn û 2 jî bejayî bûn.
Serbar kir, di encama van êrîşan de, 34 çekdar hatine kuştin û bi dehan birîndar bûn serbarî ziyanên madî yên mezin.
Li gorî rewangehê, Israîl jî 12 êrîş di meha Sibatê de li Sûriyê encam dane jê 9 esmanî bûn û 3 bejayî bûn, tê de 23 baregeh, navend, embarên çekan û alavan armanc kirin, di encamê de, 27 çekdar hatine kuştin û 12 birîndar bûne.
Rewangeha Sûrî ya Mafên amaje bi wê yekê kir, milîsên ser bi Îranê ve 15 caran di meha Sibatê de bingehên Emerîkî li Sûriyê armanc kirine.