Ehmed El-Şeri’: "Eger rêketina 10 Adarê bi cî nebû dibe ku Turkiyê êrîş bike"

Ehmed El-Şeri’:

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ ji rojnameya Milet a Turkî re got, hin baskên di nava HSD û PKK de nehiştin rêkeftina Adarê biçe serî û ev prose sist kirine.

El-Şeri’ di daxuyaniyên xwe de duh 19ê Êlûnê diyar kir, "HSD xwe ji derveyî proseya çareseriyê û banga Ocalan dibîne û rewşa niha ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê li ser ewlekariya Turkiyê û Iraqê gef e".

*"Me nehişt Turkiyê êrîş bike" 

El-Şeri’ da zanîn, "Me nehiştiye Turkiyê operasyonekê dijî HSD pêk bîne û rê dane danûstandinan û eger proseya tevlîbûnê heta meha 12an pêk neyê dibe Tukriyê operasyoneke leşkerî encam bide". 

*"Civak ji fedraliyê re ne amade ye"

Li ser pirsa nenavendiyê, El-Şeri got, "Civaka Sûriyê ji gengeşekirina fedraliyê re ne amade ye û ev hemû dxawaz hin cureyên cudaxwaziyê ne û 90 % ji Sûriyê li gor yasaya hejmara 107 pişta xwe bi sîstema nenavendî girê dide". 

*Rêketina 10 Adarê 

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ û Mezlûm Ebdî fermandarê HSD, roja 10ê Adarê 2025an, rêkeftinek derbarê “tevlîkirina HSD di nava saziyên Sûriyê de û tekezî li ser yekbûna xaka Sûriyê û redkirina dabeşkirinê” îmze kiribû. Ji wê rojê ve her aliyek aliyê din bi xemsariyê tometbar dike.

Yasaya 107 çi ye?

Di destûra rêjîma Esed de madeya 107 hatiye pesendkirin, tê de li her deverekê rêveberiyên xwecihî bi cî dibin, mafnas wê sîstemê bi nenavendiya îdarî bi nav dikin.