Erdogan: Ez ê Ehmed El-Şeri’ li Enqere û Emerîka bibînin

Erdogan: Ez ê Ehmed El-Şeri’ li Enqere û Emerîka bibînin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan got di demeke nêzîk de civînek di navbera wî û serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz de dê li dar bikeve.

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdoxan di daxuyaniyekê de îro 21ê Êlûna 2025an, got, di demke nîzîk de ew û Ehmed El-Şeri’ li Enqerê dicivin, her weha dê civînek di çarçoveya civînên komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî li Newyorkê jî di navbera wan herduyan de, dê li dar bikeve.

*"Em Sûriyê bi tenê nahêlin" 

Erdogan diyar kir, ew di dema niha de Sûriyê bi tenê nahêlin, û dê hemû karînên xwe bi kar bînin ji bo bihêzkirina wê.