Agirê daristanên gundewarê Himsê derbasî gihişt malên welatiyan

Agirê daristanên gundewarê Himsê derbasî gihişt malên welatiyan

Welat TV - Hewlêr

Agirê daristanên gundewarê Himsê gihişt malên welatiyan û jiyana wan xistiye metrsiyê.

Îro di sêyem roj de, agirê daristanan gihişt malên welatiyan li gundê Hubnemre li gundewarê rojavayê Himsê û hin welatî ji malên xwe derketin.

Tîmên Berevaniya Sivîl derbasî nava malan bûn da ku rêgiriyê li derbasbûna agir bo nava malan bikin.

Berevaniya Sivîl da zanîn ku siruşta deverê ya çiyayî û lezbûna bayê astengiyan li pêş vemirandina agirê daristanan derdixe.