Civînên gera 80 ya komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî bi rê ve diçin

Welat TV - Hewlêr

Civînên gera 80 ya komeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî îro li New Yorkê bi rê ve diçin û El-Şeri´ gotarekê tê de pêşkêş dike.

Civînên komeleya giştî ji îro ta roja Şemiyê 27ê vê mehê berdewam dikin û roja 29ê mehê bi dawî dibin.

Biryare ku sibe serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ gotarekê li pêş komeleya giştî pêşkêş bike.

Komeleya giştî dezgeha sereke ye ji bo danîna siyaseta Neteweyên Yekgirtî û ji 193 endaman ku her nûnerê welatekî ye pêk tê.

Di civînên komeleya giştî de, doseyên navdewletî yên ku peymana Neteweyên Yekgirtî wan li xwe digre, tên gengeşekirin he weha komele Emîndarê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî destnîşan dike.