Parêzgarê Siwêdayê: Em pabendiyê bi Komîta Yasayî nakin
Welat TV - Hewlêr
Parêzgarê Siwêdayê banga bicîkirina rêkeftina sêalî ya Sûrî–Urdinî-Emerîkî derbarê Siwêdayê kir û diyar kir ku ew danpêdanê bi Komîta Yasayê li parêzgehê nakin.
Dr. Mustefa Bekûr ev yek ji Ajansa Sana re ragihand û ji hemû aliyan xwest ku pabendiyê bi wê rêkeftinê bikin.
Derbarê Komîta Yasayê li Siwêdayêو Bekûr got ku ew danpêdanê bi tu komîteyeke nefermî nakin û serederiyê li gel wê nakin.
Li gorî Bekûr, rewşa ewlehî sedema nelidarxistina ezmûnên xwendevanan li Siwêdayê bû û wan ev mijar veguhestiye Wezareta Perwerdeyê ji bo nirxandinê.
Her weha bixwîne: Siwêda daxuyaniya Wezareta Derve ya Sûriyê red dike