Serok Barzanî û Joshua Harris civiyan: "Emerîka Kurdistaneke bihêz dixwaze"

Serok Barzanî û Joshua Harris civiyan:

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û Birêkarê Karûbarên Balyozxaneya Emerîka li Iraqê, Joshua Harris li Pîrmamê civiyan.

Baregeha Barzanî da zanîn, di civînê de, Birêkarê Karûbarên Balyozxaneya Emerîka li Iraqê tekezî li ser, dostaniya di navbera Emerîka û Herêma Kurdistanê de kiriye, her weha Emerîka Kurdistaneke bihêz dixwaze, ji ber ku bihzêbûna Kurdistanê dikeve berjewendî û seqamgîriya Iraqê.

*Emerîka piştevanê Kurdistanê ye

Baregehê da zanîn, Joshua Harris piştevaniya welatê xwe ji mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê, û diyaloga di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê re nîşan da, û divê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê werin şandin, û çareserî ji vê pirsgirêkê re were dîtin.

Birêkarê Karûbarên Balyozxaneya Emerîka li Iraqê amaje bi ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê nexasim di warên enerjî û elektirîkê de jî kir.

*Serok Barzanî spasiya Emerîka dike

Ji aliyê xwe ve serok Mesûd Barzanî, spasiya Emerîka li ser pêşkêşkirina alîkariyan ji Iraqê re bi giştî û bi taybetî Herêma Kurdistanê, kir.

*Iraq pabendî destûrê nebûye

Derbarê proseya siyasî ya li Iraqê, serok Barzanî da zanîn ku Iraq pabendî destûr û rêkeftinên îmzekirî nebûye, ew yek jî bûye jêdera derketina kirîzan.

*Yek bazne

Li ser pirsa hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, serok Barzanî diyar kir, baştirîn rê tê de nûnertiya xelkê bike û kursî bi şêweyekî dadmend werin dabeşkirin, vegera yasaya yek bazne ye.