Zîndanvanekî zîndana Sêdnaya li Helebê hat girtin

Zîndanvanekî zîndana Sêdnaya li Helebê hat girtin
Zîndanvanekî zîndana Sêdnaya li Helebê hat girtin

Welat TV - Hewlêr

Zîndanvanekî zîndana Sêdnaya di operasyoneke ewlehiyê de li Helebê hate girtin.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku hêzên Ewlehiya Navxwe li Helebê bi hevkariya şaxê dijeterorê, di operasyonekê de Hesen Mer'î Hesen ku yek ji zîndanvanên Zîndana Sêdnaya bû, girt.

Li gorî Navxweya Sûriyê, "tawanbar zîndanvanê zîndana Sor a Sêdnaya bû, û destê wî di êşkencedana girtiyan de heye û beşdarî di proseyên kuştina meydanî de kiriye".

*Zîndana Sêdnayê

Zîndana Sêdnaya dikeve parêzgeha Gundewarê Şamê û weke navendeke kuştina rêxistinkirî dihate naskirin. Di heyama 14 salên bûrî de Rêjîma Esed a hilweşandî bi hezaran ji girtiyan ji serbazên cudabûyî û çalakvanên siyasî û sivîl tê de kuştin.