El-Şeri´ û Macron civiyan.. Danûstandinên Şam û HSDê ji mijarên civînê bûn

El-Şeri´ û Macron civiyan.. Danûstandinên Şam û HSDê ji mijarên civînê bûn

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz û Serokê Fransayê li New Yorkê civiyan, danûstandinên Şam û HSDê yek ji mijarên civînê bûn.

Ehmed El-Şeri´ û Emmanuel Macron îro di çarçoveya civînên kolmeleya giştî ya Neteweyên Yekgirtî de li New Yorkê civiyan.

Di vê derbarê de, Macron da zanîn ku Sûriyê pabendiya xwe bi rûbirûbûna terorê û vegerandina penaberan nû kiriye û ev yek ji xalên bingehîn e li cem Fransayê.

Macron got jî ku divê danûstandinên hikûmeta Sûrî û HSDê bigihin encamên çavrêkirî.

Serokê Fransayê diyar kir ku ew li benda serokê Sûrî ne ku hemû encamderên tawanan siza bike.

Macron hêvî kir ku Sûriyê û Israîlê bighin rêkeftinekê ji bo parastina aramiyê li deverê.