Cizîra Rojavayê Kurdistanê.. 8 kes di bûyerên hatinûçûnê de bûne qurbanî
Welat TV - Hewlêr
Di du bûyerên hatinûçûnê de, li Cizîra Rojavayê Kurditanê, 8 kes bûne qurbanî.
Îro, 25ê Êlûna 2025an, bûyerke hatinûçûnê li ser rêya Qamişlo-Amûdê di navbera 2 otombîlan de li nêzîkî gundê Rengo li ser çêbû.
Li gorî agahiyên destpêkî, 5 kes di bûyerê de birîndar bûne û rewşa kesekî ji wan metirsîdar e.
Duh jî, bûyerek li ser rêya di navbera Hesekê û Reqayê de çêbû, ku tê de otombîleke ser bi "Asayîşa Rêveberiya Xweser" ve û bolmaneke kompaniya El-Rafîdên li hev da.
Di encamê de 2 endamên Asayîşê canên xwe ji dest dan û endamekî din jî bi giranî birîndar bû.