Elmaniya.. ENKS li gel Partiya Kesk civiya û tekezî li ser piştgiriya doza Kurdî kir

Elmaniya.. ENKS li gel Partiya Kesk civiya û tekezî li ser piştgiriya doza Kurdî kir
Elmaniya.. ENKS li gel Partiya Kesk civiya û tekezî li ser piştgiriya doza Kurdî kir

Welat TV - Hewlêr

Şandeke Nûnertiya Ewropa ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî "ENKS" li gel Partiya Kesk a Elmanî civiya û tekezî li ser piştgirya doza Kurdî li Sûriyê hate kirin.

Şanda Nûnertiya Ewropa ya ENKS bi serokatiya serokê wê Ebdilkerîm Hacî, li gel seroka Partiya Kesk Katharina Droge û berbijêra partiyê ji bo serokatiya Şaredariya Kolnê Bêrîvan Aymaz civiya.

Di civînê de hejmarek mijar hatin gotûbêjkirin, û tekezî li ser piştgirya doza Kurdî li Sûriyê di vê dema hestyar de û giringiya berdewamiya piştgirya siyasî û mirovî hate kirin.

Nûnertiya Ewropa ya ENKS di daxuyaniyekê de got ku ev hevdîtin dikevin di çarçoveya bihêzkirina hebûna Kurdî de li Ewropa û piştgiriya pêwendiyên li gel hêzên siyasî yên Elmaniya.