Erdogan: Em herdem giringiyê didin serwerî û yekbûna xaka Sûriyê

Erdogan: Em herdem giringiyê didin serwerî û yekbûna xaka Sûriyê
Erdogan: Em herdem giringiyê didin serwerî û yekbûna xaka Sûriyê

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan got ku ew giringiyê didin serwerî û yekbûna xaka Sûriyê û çavê xwe ji her armanckirineke Şamê nagirin.

Erdogan ev yek ji rojnamevanan re di dema vegerê de ji Waşintonê ragihand û got jî ku wî li gel serokê Emerîka Donald Trump pêşhateyên Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gorî gotina Erdogan, "divê cihê rêxistinên terorîst di pêşeroja Sûriyê de nebe". Her weha daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku gavan bistîne ji bo bicîkirina aştî û aramiyê li Sûriyê.

Derbarê beşdariya serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri' di civînên Komeleya Giştî ya UN de, serokê Turkiyê got ku "gaveke giring e ji aliyê rewatiya navdewletî ve".

►Her weha bixwîne.. Trump: Dibe îro ragihandineke mezin derbarê Sûriyê hebe