Çandina kunciyan li Kobaniyê geş bûye
Welat TV - Hewlêr
Çandina kuncian bi awayekî berfireh li nava zeviyên gundewarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê belav dibe.
Ji ber zêdebûna têçûnên çandiniyê û nizmbûna nirxên berhemên xwecihî yên gelek curên keskatiyê, hin welatiyên Kobaniyê berê xwe didin çandina kunciyan.
Li gorî nêrîna wan cotkaran, têçûna çandina kunciyan li gorî berhemên din kêm e û nirxê firotina wê baştir e.
Cotkarên Kobaniyê weke hemû cotkarên deverên HSDê ji ber kirîza sotemeniyê êşê dikşînin, û hêvî dikin ku mazota taybet bi çandiniyê bi gujmên zêdetir li wan were dabeşkirin.
Piştî ziyana ku cotkar ji ber hişkesaliya îsal rastî hatî, ew hêvî dikin ku berhema kunciyan ji têçûnan zêdetir be, ji ber ku piraniya berhemên keskatiyê êdî têçûnên xwe dernaxin.