Ehemd El-Şeri’: Hemû welatan tekezî li ser yekîtiya Sûriyê kiriye

Ehemd El-Şeri’: Hemû welatan tekezî li ser yekîtiya Sûriyê kiriye

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ got, hemû welatan tekezî li ser yekîtiya Sûriyê kiriye û perçebûn red kiriye.

Di gotarekê de di çarçoveya beşdariya xwe di hilmeta Wefadarî bo Idlib de, Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ behsa serdana xwe bo Emerîka û civînên xwe bi serkirdeyên welatan re li Neteweyên Yekgirtî kir û got, hemû welatan tekezî li ser yekîtiya Sûriyê kir û perçebûn red kir.

El-Şeri’ got jî, pêdiviya Sûriyê bi hemû xelkê wê heye ji bo dubara avakirinê, û erk e li ser milê hemû aliyan ku yekîtiya miletê Sûriyê bi cih bînin.

*Yekemîn serok e piştî sala 1967an serdan dike

Beşdariya El-Şeri’ di civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de, weke yekemîn beşdariya serokekî Sûriyê ye ji sala 1967an ve tê.

Navbûrî gotarek pêşkêş kir, û hejmarek serok û serkirdeyên cîhanî dîtin, weke serokê Emerîka Donald Trump, serokê Fransayê, Wezîrê Derve yê Emerîka.