Çekdarên Emşat malên 3 welatiyên kurd desteser kirin

Çekdarên Emşat malên 3 welatiyên kurd desteser kirin

Welat TV - Hewlêr

Li navçeya Şiyê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, çekdarên "Sultan Silêman Şah" ku bi "Emşat" naskirî ne, malên sê welatiyên kurd desteser kirin.

Jêderekê ji nava gund îro 6ê Adara 2024an ji Welat TV re got: Çekdarên Emşat malên sê kurdan talan kirin, yek ji wan nû mala xwe ava kiriye.

Jêdera ku nexwest navê wî were eşkerekirin got: Xwediyên malên wan hatine talankirin, Seydo Hec Ibrahîm, Hesen Mistefa Çolaq ku biraziyê wî di mal de bû û Osman Ebdo Zilxê ne.

Beriya niha, bi mebesta encamdana projeyên taybet bi xwe, çekdarên "Emşat" li navenda navçeya Şiyê 200 darên zeytûnan ji kokê ve hil kirin û 3 malên kurdan rûxandin.

23 Mijdara 2023yan de, Hevpeymaniya Niştîmanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê (Itîlafê) di civîna xwe ya 69 de, tekezî li ser sizedan û dadgehkirina tawanbar û encmaderên binpêkirinan kir, lê welatî û çavdêrên rewşa Efrînê tekez dikin ku tu tawanbar nehatine dadgehkirin.

Bajarê Efrînê, 7 navçe û gundên wê niha di bin destê Turkiyê û çekdarên "Artêşa Niştîmanî" ya oposizyona Sûriyê de ne, ji 18 Adara 2018an ve ji destê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê derketiye.