Serok Barzanî û serokê Hevpeymiya El-Ezim rewşa siyasî gotûbêj kir

Serok Barzanî û serokê Hevpeymiya El-Ezim rewşa siyasî gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û serokê Hevpeymiya El-Ezim li Pîrmamê civiyan, û pêşhateyên siyasî gotûbêj kirin.

Baregeha Barzanî da zanîn, Îro 28ê Êlûna 2025an, serok Mesûd Barzanî pêşwazî li serokê Hevpeymaniya El-Ezim Musena El-Samurayî kir.

Baregehê da zanîn, di civînê de, herdu aliyan rewşa Iraqê û deverê, hilbijardinên bê yên Encûmena Nûneran a Iraqê gotûbêj kirin.

Baregaha Barzanî her weha diyar kir, hemahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê de mijareke din a civînê bû.

►Her weha bixwîne.. Serok Barzanî tekeziyê li ser pabendbûnê bi destûr, hevparî û hevsengiyê dike